Xewnên li ser guliyên berfê vehûnandî
Xewnên li ser guliyên berfê vehûnandî
Dema weşanê: Rêbendan 16, 2019, 6:06 Dîtin: 737

Piştî ku min çavên xwe ji xewê vekirin, min xwest xewna xwe binivîsim. Baweriya min bi xewnan hebû. Bi baweriya min xewn têrkirina ajo û hezên me yên hatine çewsandin bin.

 

Di jiyana rojane da hizir, hest û serboriyên me bi awayekî hemû dibin xewn. Herwiha qeyd û bendên civakê danîne ber me ku nahêlin xewnên me bibin rastî û em penayê biben ber wan xewnan, yan ew tiştên em dixwazin bi dest xwe ve bînin lê di rabirdûyê de bi destê me nekeftine, tevahî dibin xewn bo me û dibin hêvî da ku em paşerojê da xwe bigehînin.

 

Bi vî rêkê mêşkê me hindek îşaretan virêdikete leşê me û ew dîmenên di xewnên me da mîna kurtefîlmekê di bîrdanka me da derbas dibe. Em jî dibêjim me di xewna xwe da dîtiye.   

 

Xewna min piyên min danane ser axa bajarê Berlînê.

 

Dengê jineka bi temen dihat di nav wê mala em têda. Pirça wê bi temamî ya spî bibû, mîna werzê payîzê lê hatibû. Mîna dareke req û hişk ya belgên wê weriyayî. Hêdî hêdî ber bi dawiya temenê xwe ve diçû, bi vî rengî gelek lawaz bibû.  Navê wê jî Amely bû.

 

Her û her mijûlê çêkirina cakêtekê soft bû, çend carekê tayê xwe yê derzê kişandibaye bi rexê xwe ve, guloka derzî di nav malê da digeriya.

 

Soz dabû cakêteka soft bo min jî çêke di wê zivistana sar da ku pileya germahiyê di bin sifrê da bû.

 

Herçend berfê kirasê xwe yê bûkaniyê li ber vî bajarî kiribû lê ji bo min bihareka rengîn bû di jiyê min ê 28 salî da.  Germ û guriyek di dilê min da hebû û min hest pê dikir helmek ji dilê min diçe…

 

Birastî ew hest û hizrên li devrûberê min diziviriyan ji bo min gelek cuda dihatin.

 

Bû êvar û me dar qet qet kirin û xistine nav wê şomîneya agirî, sotin da hindirê malê germ bibe. Dapîra Amely herdu tayên derziyên xwe bi herdu şîşên hesin ve di nav destê xwe da dibir û dianî, softa xwe dihûnand û hunereka ciwan li ser softê dinexişand.

 

Di destê min jî da pênûsek û defterek biçûk hebû. Hestên mîn wê gavê mîna dîwarekê bûn ji bo bergîrîkirina ji wan şer û şoreşên dûmahîk nedihatin di navbera mêşk û leşê min da.

 

Ez wekî  dîwarê Berlînê lê hatibûm, ew dîwarê ku beriya 28 salan ya dirêjahiya wê 46 kîlometir û bilindiya wê 4 metro nîv hatibû hilweşandin. Dîwar mîna sembola şerê sar ya rojhelat û rojavayê vî welatî bû û naha bermayên wê mabûn.

 

Beriya 30 salan ew dîwar hatibû rakirin û aştîxwaziyek çêbibû li welat, xelkê herdu aliyan jî pê keyfxweş bibûn. Ew roj rojeka mêjûyî bû ji bo xelkê Ewropayê.

 

Erê min hizir dikir ka dê kengî aştîxwazî di nava hest û hizrên min jî da çêbibe, êdî dê bibime xudan kesayetiyeka bi hevseng.  Êdî dê ji hevdijiya xwe rizgar bim.

 

Paşî dengê Amely hat û bi cidî got; “Bo çi ye tu van tiştan dinivîsî?”

 

Min jî waha bersiv dayê; “Belku gelek keç û jinên dîtir hebin mîna min, dema vê nivîsê bixwînin dê di nava çend rêzikên min da xwe bibînin.

 

Wê gavê çiqînek ji darên nava agirî da hat û çirûskek bilind bû. Ya diyar bû ku ew çirûsk jî piştgiriya bersiva min dikin.

 

Dapîra Amely hindek li min meyze kir û diyar bû ku dixwest ez van nivîsên xwe ji wê re bixwînim, ji ber ku jineka bi meraqdar bû.

 

Hertim min ezmûnên xwe yên jiyanê dinivîsandin û min dixwest bi qasê şiyana xwe wan şirove bikim, rave bikim.  Bi vî awayî zanebûna min jî zêdetir dibû û min dişiya baştir mirovan bixwînim.

 

Lê Amely bi rengekî din li gel çîrokan dijiya, herweke ku wê jiyaneke sade biriye serî. Dibe ji ber tirsên xwe yên borî ji vegotina ezmûn û dînatiyên xwe dûr digirt. Min hestpê dikir ku rengên poşmaniyê li dêmê wê diyar dibin, ku ew di nav zincîra van çîrokan da nejiyaye…

 

Ji lewra bo min digot, “here li dûv hestên xwe bigere û têda bijî. Ji ber ku jiyê mirov tenê çend hejmarekin, dem jî zû derbaz dibe.”

 

Dibe ku Amelyê gencîtiya xwe di min da didît, bi rengekî amojgariyên wê jî rûha min ya şkestî sax dikir.

Ez û ew mîna du jinên nifşên cuda û temenên cûda bûn. Lê dîsa jî em ji hev têdigehiştin.

 

Paşî min xwe avête derve, guliyên berfeka hûr dibariya. Amelyê jî di pençerkê da li min meyze dikir û digirnijî.

 

Min li ber berfê sema dikir û ez bûma parçeyeka wê esmana spî. Guliyên berfê bûne taç li ser pora min. Piyê min li ser berfa sar bû û min her û her sema dikir. Semaya xewneka kûr û spî.

 

Erê xwndevano, min xewna xwe ji bo we vegot lê ma kesek heye wê bo min şirove biket?