Tu tovê jiyanê yî!
Tu tovê jiyanê yî!
Dema weşanê: Rezber 15, 2018, 7:05 Dîtin: 663

 

Keça min…

 

Ev yek ji wan nameyan e, ku ez derbarê raboriya te de bo te dinivîsim. Van tiştan dibêjim da ku tu baştir min têbigehî.

 

Min ji wan çipkên barana nerm pir hezdikir ku dema min pencere vedikir rasterast ew çipik ji ser dêmê min ra dihatine xwarê. Wê kêliyê min henaseyeke kûr dikêşa û berdida.

 

Paşî çavê min li wan avahiyên bilind diket. Ew avahî mîna çîrokên wan mirovan bilind û dirêj bû, ku di nav wan avahiyên bêserûber da dijiyan. Ew qelebalix dihate guhê min û ez pê dihesiyam ku jiyan ya berdewam dibe. Livîneke seyr û bilez dikete wê kolana Umraniye ya naverasta Stenbolê.

 

Herçend min hez ji bêdengiyê dikir, çimkî di dema bêdengiyê da nivîskar pitir dikarin tiştên biçûk bigihînin hev, çîrokeke efsane bi tevê qehremanên têde biafrînin.

 

Lê vê carê birastî ez ne bi tenê bûm, di nava min da giyaneke biçûk jî hebû. Ew giyana di nav canê min da tu bûyî keça min. Min hêdî hêdî guh li dengê dilê te jî dibû. Dest û piyên te hêj çênebibûn. Min nedizanî ka tu keçî yan kurr, tenê di wêneyê da mîna gilokekê bi qasî kulmekî xuyadikir.

 

Erê, jiyan bi vî rengî ye, bêyî ku xwe berhev bikin hinek rasthatin li gel mirovan çêdibin. Rasthatina min a vê demê jî dugiyaniya min bû. Tu rasthatineka pir cudabûyî berxa min.

 

Ya pêdivî bû wek hemû jinên din ên dibin dayik xwe ji keyf û şahiyan hilavêjim, heta serê min li arîk anku seqfa banî bikeve û per û çengên min çêbibin û bifirme esmanan. Lê bibûre min nekarî we bikim. Ji ber ku beden û hasten min berhev nebûn ji bo vê suprayzê.

 

Tenê tiştek dikariya min ji vê rewşê derbixe ew jî nivîsandin bû. Lê ev cara yekemîn e ez wesa li lapereke spî meyze dikim bêyî ku bikarim tiştekî binivîsim. Bi şêweyekî reng li pêş çavên min bêtam bûn. Her tişt mîna valahiyeke kûr û bêwate bû. Peyvan xwe ji min vedişart, wek ku ji min xeyidîbûn, li gel min nediaxivîn.

 

Tirseke mezin xwe bi ser hest û hizrên min da disepand, min nedixwest mîna jinên din bim û tenê zarokan çêbikim, bibim jina li ber lênangehê, bermalî û sade bijîm.

 

Ev çend ji bo min kuştina xewnên min bû. Ji ber hindê ez li gel ruha xwe ketime şerî û hevrikiyeke mezin. Ji aliyekê ve hestên dayiktiyê û ji aliyê din ve xeyalên nivîskariyê.

 

Cana min, rastî ev bû…

 

Di wan deman da min nedizanî derbarê wê mirova biçûk a di zikê min da çi bikim. Birastî min nedizanî ka tu dixwazî bihêye vê dinyayê yan ne.

 

Ez li benda îşaretekê bûm ku tu bideye min. Ka vê jiyanê dixwazî yan te ji nava xwe biavêjim!

 

Lê careke din ez paşve diçûm. Min dizanî hebûna te, wek miroveka biçûk ne ji ber bijardeya te bûye, lewma min xwe gunehbar dikir. 

 

Ev hemû hest li dor min kom dibûn. Ji aliyê din ve ew guhertinên li ser canê min çêdibûn, bi ti awayî min qebûl nedikir. Hêdî hêdî kêşa min zêdetir dibû û qelew dibûm. Ji ber vê min hest pê dikir, ku ciwaniya xwe ji dest didim.

 

Dudiliyeke wiha xwe bi ser hizrên min da digirt. Ev hesteke wisa bû ku tenê jin an jî mê hest pê dikin. Zilam an jî nêr nikarin van hest û hizran tam bikim û fam bikin. Ji ber vê dibe ev tişt ji bo wan ne balkêş be, serenca wan nekişe.

 

Piştî şeş mehan min biryar da dumahîkekê ji bo vê çîrokê daynim. Her kêliyê hizra wê yekê nekim ku te ji nava xwe bavêjim. Min bi îşareteka te biryar da te bînime dinyayê.

 

Dema ji bo kontrolê min xwe li ser textê pizîşkê dirêj kiribû, te îşaretek ji bo min virêkir û pehînek bihêz li zikê min da. Ev yekemîn livîn bû ku te divêya bêjî ez dixwazim bijîm…

 

Ji wir pêde min zêrevaniya hemû livînên te kir û bi hemû hest û hezkirina xwe tu parastî ji sermayê, ji germayê û ji nexweşiyan.

 

Guftûgoya di navbera min û te da yekemîn car wiha dest pê kir. Êdî ez bi hestên dayiktiyê li gel te dipeyivîm.

 

Lê ez vê rastiyê jî naveşêrim te nîşa min da ku dayiktî ciwantirîn tişte li ser vê gerstêrkê. Dayiktî dibe sedema peywendiyeke bihêz bi gerdûnê ra û dibe xelekeka zêdebûn û berdewambûna nifşê mirovan.

 

Ez bi dil û can li gel wan jina me ku dibêjin dayikbûn baştirîn tişte di jiyana wan da. Lê bila em rastgo jî bin. Her jinek wê rewşa derûnî ya psikolojîk derbas dike. Çi di dema dugiyaniyê da be çi jî piştî anîna zarokan. Ast û pileya wê têkçûna derûnî ji jinekê heta jineke din cuda ye.

 

Dumahîkê neh mehên duganiyê derbas bûn.

 

Ez ber bi jûra neştergeriyê ve çûm. Cara yekemîn wê gavê min hest pê kir, ku em bi tenê ne û kes nîne destê min û te bigre û me rizgar bike. Lewma ez û tu mirova biçûk, divêya em bihêz bin û bi hev ra vê serboriyê derbas bikin.

 

Di nav cilûbergên şîn ên esmanî da bûm. Ji aliyekê ve min meraqa dîtina serûçavên te, dest û piyên te yên biçûk dikir, ji aliyê din ve jî hestê firîn an jî xeweka bêdawî min didît. Dibe em herdu çavên xwe ji vê dinyayê ra venekin, lê dibe em herdu hev ra çavê xwe ji ronahiya jiyaneke nû ra vekin.   

 

Dergehê jûra neştegeriyê bi ser me da hate girtin...

 

Çîroka me berdewam dike…