Semayek ligel salên wendayî
Semayek ligel salên wendayî
Dema weşanê: Gelawêj 3, 2018, 10:37 Dîtin: 705

Di vê rûniştina min a ligel xweyatiya (zatê) min de, ew hevpeyvîna nihênê ya di navbera ceste û ruha min de çêdibe.

Erê, pirsyarekî xwe li mejiyê min da, gelo dê subahiyekî din jî hebe ku ruha min têde bijî?

Ji tirsên vê pirsê  ruh û giyana min ji min vediqete û difire li hindava vê bajarê mezin û biyanî ya niha ez lê dijîm .

Dizanim, çend bajêr biçûk be li ber piyên mirov tengtir dibe û piraniya mirovan hev diêşînin, hev qebûl nakin ji ber cudabûna çandû culture xwe bi ser hev de disepînin.

Lê li bajarên mezin wek yê niha ez lê dijîm, bi tenê mirov li hebûna xwe digerin, heryek pêkûlan dike li hevalê xwe yê cêwî bigere û xwe di gel de peyda bike.

Ji ber vê lêgera min, dengekî bilind di nav dilê min de dibêje, “ev e cihê te, ku digel hevpişkê jiyana xwe ruhên xwe bigihînin hev.”

Welateke ku havînên wê dojeh zivistanên wê jî mejîkê nav hestiyên mirovan ligel hest û hizran diqerisîne.

Ji bo xwe ji vê germa fetisok rizgar bikim hizrên xwe li nav perên yekemîn roja serê salê de digevizînim. Wê rojê ku evbajar sar bû û berf lê dibariya. Her kesek ligel malbata xwe demên xweş diborîne. Dengê zarokan li dora “dara serê salê”dizivire, ku di bin darê de tejî diyarî ne.

Her yek ji me bi qasî girnijîna wan zarokan ji diyariyan hez dike.  Bi taybetî jî ew diyariyên ku xoştivî li hev parve dikin.

Wê kêliyê dengê zengila serê salê tê. Şeraba tirî ya bardaxên meyê sor kirine, bi qasî wê sorava bi lêvên min ve!

Digel çirkên dumahîkê ku dê salek biser jiyê me re derbaz bibe, dê berpereke din li ser bîrhatinên xwe zêde biken û dîsadê komeke nihêniyên xwe yênveşartî bikin sindoqa bîrdanka xwe de û hilgirin, gelek hestan dê digel xwe de xwedî bikin. Ji ber çend mezin dibin em mirov zêdetir tiştan dixin wê sindoqê lê zêdetir tiştan ji dest didin.

Erê, min hizrên xwe dikirin, gelo niha her yek ji me çend kesayetan dihewînedi nava xwe de? Bi çend maskeyên veşartî xwe dide nasîn ji derdora xwe re? Birastî jî mirovbûnewereke seyr û semere, hindek caran jî bi tirs û xof e mima dirindeyekî.

Li ber çavê min wiha xuya dike ew cihê qelebalix.

Ez hizir dikim ka çawahestên xwe yên germ ligel keça xweya yekane, ku jiyê wê nû dibe yeksalî derbas bikim. Di heman demê de ligel hevjînê xwe hertim li kêleka min e.

Dîsa vedigerime vêbajarê kelegerm û biryarê didim hinek yariyan ligel keça xwe bikim, xwe bikim mina zarokekê, yariya çavgirtok û veşartinê bikim, li dûv bibezim.

Hinek deman jî semayekî tejî bi dînatî biborînim û bi eşq û evîn ligel xoştiviyê xwe vê hewayê bihilmijim.

Hemû demênxweş zûka derbazdibin.Min dixwest di vê şevê de mîlên demjimêrê bi destê xwe bigrim û kontrolê li ser herikîna zeman bikim. Wan hemû girnijînan kom bikim û dîsa bêhna keça xwe û ya hevjîna xwe di nav şûşeyekî de hilgirim.

Lê bi tenê min di nava cîhana xwe de ez vê xeyala keskesor ji xwe re dirûst dikim.

Îşve jî mina hemû şevêndin min keça xwe bi çîrokekî nivand. Minev mirova biçûk di himbêza xwe de hilgirt û bêhna dayikîniya xwe dayê.

Li rexê din jî xoştiviye min bû . Min dizanî dê canê min bi minbide nasîn û xwefêrî zimanê laşê min bike. Ji ber ku em heryek ji welatek, axek û çandeke cuda ne.

Ez van dîmenan dinivîsim, ku beriya 20 salan çêbibûn. Lê spas bo pênûsa min û vê pêka şerabê ku ev derfet daye min, da ku bikarim di çend xulekekê de di nav çend dîmenên serboriya xwe di bijîm, ew kêlî ji ber çevê min re mina kurtefîlmekî xuya bikin û ez pê keyfxweş bibim…

Ez ê niha vê parçenivîsîna xwe bixim nav sindoqa xwe ya tejî bîranîn û salekî din ji jiyê xwe yê pîrbûnê zêde bikim.