Nameyek  ji bo keça min
Nameyek  ji bo keça min
Dema weşanê: Rezber 4, 2018, 6:21 Dîtin: 703

 

Dema dibe werzê payîzê ez tenê  hez dikim guhdariya dengê hirûbayê bikim, ew bayê li belgên daran dikeve û wan rîs rût dike. Gulên di nav baxçeya mala me da hêdî hêdî rengzer dibin, rengê jiyanê li ser ruyê wan namîne ji ber serma û seqamê. Bi rengekî mîna wan hestên  min ên niha, di jiyê min ê pîratiyê da  sar dibin.

 

Niha jî weku payîzê lê hatîme bi tenê digel tenê bûna xwe da li malekî biçûk dijîm, weku miroveka temen borî hercar ligel xwe dipeyivim û ez bi xwe jî berisiva pirsên xwe didim.

 

Payîz ne bi tenê diyardeyeke demsalî ye, belku rastyeke jiyanê di wateyeke din da pîrbûn û kalbûn e. 

 

Vê kêliyê axaftina hevalekê min a nêzîk dihête bîra min ku digot; “Çend nîşanên pîratiyê dêmê me bigrin û çend salên jiyê me derbas bibin, di dawiyê da her yek me di nava xwe da zarokekî xwedan dike.”

 

Di temenê xwe ya çil salî da min biryareke wêrek da, ku bi rastgoyî binivîsim, berisiva pirsên wê zarûka di nava xwe da bidim.

 

Erê ...!

 

Hertim mirovên li derdora min digotine min “binivîse” lê nizanim bo çi min ew wêrekî di xwe da nedît  ku binvîsim. Herçende min hest pê dikir tiştek di nava dilê min da dixwaze derbikeve û bifire, mîna wan balindeyên koçber dema di payîzê da koç dikin û baharan jî vedigerin warên xwe.

 

Paşî min guhdariya wê dengê dilê xwe kir û biryar da, tenê rastiyan bi hemû hezkirina xwe ya li hember keça xwe, ku niha li welatekî din, ser perçeyeke din ê axa vê gerstêrkê dijî, binivîsim.

 

Gelek tişt hebûn ji bo zaroka xwe ya yekane bêjim, ji ber ku em herdu di serdemên cuda da jiyane.

 

Behsa wan bûyerên di serê min ra derbas bûne bikim, wan ezmûnên min têda jiyankirine û bûne sedemek berdewambûna jiyanê û dumahîkê bûne parçek ji çîrokên min .

 

Yan wan hestên min nekarîne derbirînê jê bikim û di nava xwe da veşartine, di gel borîna demê min wunda kirine .

 

Herwiha wan dînatiyên min di nava xeyalên xwe da jiyan dikir û ji tirsa derdora xwe û wê civaka girtî, girêyên olî, kevneşopiyên berê ku dumahîkê da ew jî ketibûne bar bayê demê û derbas bûbûn .

 

Yan ew çirkên min ji bo mirovan kirine qurbanî daku tenê wan razî bikim ...

 

Erê, mirov tenê carekê vê jiyanê dijî lê jiyan bi hemû êş, jan, girnijîn, bextewerî, bargiranî û keyfxweşiyên xwe ve careke din tevlî serboriyên me yên taqîkirî dibe û derdikeve pêşberî me.

 

Min jî mîna hemû mirovan di nava xwe da gelek hest xwedan dikir. Lê hestê serdest tenêbûn bû. Ji ber ku çend çirkeyek di ser me ra derbas dibe bêhtir em mirov hest bi tenêbûnê dikin. Ew tenêbûna bi tirs jî mîna tarîtiya jûra min e ku niha ez lê dijîm.

 

Hinek mirov pêkulan dikin ku tenêbûna xwe ligel girnijîna wê zaroka nava xwe da derbas bikin, yan jî hêviya xwe bi piyê zarokeka nû jidayik bûye ve, girê bidin.

 

Hinek jî hene giyanewerekî dikin hevaldostê tenêbûna xwe, weke mînak li gel seyekî dibin heval, ku se bi wefadariya xwe navdar in.

 

Ev tenê hindek rê ne daku xwe ji zîndana tenêbûnê rizgar bikin.

 

Yekane tişta min ji wê hestê tenêbûnê derdixe, ev nameyên min in, ku ez hertim ji keça xwe ra dinivîsim bêyî ku ti qehremaneke çîroka xwe di nav rêzikên peyvên xwe da veşêrim an jî navê wan biguherim.

 

Ez dizanim ku ti tişt nînin ez jidest bidim, ji ber ku çend sal bi ser mirovan ra diçin zêdetir tiştan jidest didin û li pişt xwe dihêlin..

 

Ji ber vê jî ez netirsiyam, her hestek û hizrek hebaya min datîna ser laperê û dinivîsand. Ev jî weku danpêdanê dibû.

 

Ji berî ve jî tirsa herî mezin ew bû ku dujminên pênûsa min,  min rawestînin, lê di dawiya wan salên çûyî li jiyê min ê borî ji bo min xuya bû ku tenê mirov dijminê nefsa xwe ne.

 

Em tirsên xwe yên zarokatiyê li gel xwe mezin dikin, ew jî li gel kelex û hizrên me mezin dibin, êdî ew tirs ruha me jî dagir dike ...

 

Tiştekî din jî hebû bi ciwanî ruha min bi xwe ve girêdida ew jî dema min mirovatî di çav û dîtina mirovekî da didît, bi hemû hezkirin û paqijiya xwe min ruhê wî himbêz dikir û ruha xwe tevlî ruhê wî dikir.

 

Lê tirsek min jî ji wan mirovan hebû, ku dema li cihên giştî min ew didîtin, di awirên wan de hêzeke nerênî hebû. Lewma min pêngavên xwe ji wan dûrdixist û rêka xwe diguhert.

 

Niha dê nameya xwe li vir dumahîk bînim û bavêjim nava wê sindoqa li pêşiya mala me da ku potegihandin bibe û bigihîne destê keça min.

 

Ev name hevgihiştineke pir taybet e di navbera dayikek û keçeka pêgihiştî da. Bi vî rengî peywendî di navbera me de çêdibe, dûrê teknolojiyê ku niha mirov bûne ixsîrên wê.

 

Me biryar daye bi vî awayî tamek û cudabûnekî bidin nameyên xwe.

 

Herwiha ev çîrok jî xwe berdewam dike ...