Çîroka li xwe geriyanekê
Çîroka li xwe geriyanekê
Dema weşanê: Befranbar 21, 2019, 5:58 Dîtin: 635

 

Di sipêdehiyekê da dengê jineka di nava min da ez hişyarkirim û destpêkir ligel min peyivî.

Bi rengek tureyî ve got:

“Êdî nîşanên pêratê li miyatêya te da diyar dikin Dê kengî ber bi xewnên xwe ve biçî? Bifirî esmanan û mîna zarokekê ku tayê derziya firokeya xwe ji destê xwe berdayî, firokeya wê li esmanan bilind dibe, difire û li ber çavan berze dibe?”

Di wê siharê da her tiştek hate guhertin. Min canteya xwe dirust kir. Paşî piyên min ez ber bifirokexaneya Kurdistanê ve birim.

Ji ber ku di welatê xwe êdî min hest bi xerîbiyê dikir. Ji roja ku min pêkul dikir ez “xwe peyda bikim” her wiha bibû.

Ber bi lêgeriyana xwe ve diçûm. Piştî rêwîstiya 10 demjimêran a bi firokeyê, berê çavê rojê derbikeve gihiştime welatê Elmanyayê.

Lê qet rengê sibêdê lê xuya nedikir. Welateke bi tevê hewayê xwe mîzacî bû û min hez ji vê guherîna hewayê dikir.

Gihiştime cihê xwe. Avahiyeke biçûk û cihê serşuştineke biçûk û hinde nizim bû bû ku min dikarî tenê nîveka laşê xwe têda bişom. Di jor ve pencereyeke biçûk hebû, tavê dida jor ve lê ew ronahî tenê bi çavê min diket.

Bû êvar lê ez her ligel bi tenêbûna xwe da mam. Dîsa wê dengê di nava min da ligel min peyivî. Ji min dixwest ku tiştekî peyda bikim da ku xwe pêve girêbidim. Heta eger tişteke biçûk jî be. Min li canteya xwe meyze kir, tenê du-sê pirtûk têde bûn.

Li ser dîwarê vê jûra biçûk wêneyên jinan hebûn û wêneya jinake rîs jî balkêş bû. Dibe beriya min jineka din di nava vê xaniyê da jiyabe û dibe ew wênekêş bibe. Ji ber ku di her wêneyekê da xemeka din a jinan hatibû hûnandin. Dizanim, tenê jin êş û azarên hev têdigihin.  

Wêneyê jineka din a bi mask li dîwarê hatibû daliqandin. Diyar bû ku ew jin an şanokar bûye, an jî aktereka sînemayê bûye.

Min hest pê dikir ku gelek jinên din di vê jorê de jiyankirine. Paşî hez û hizrek li ba min peyda bû. Min jî hez kir tiştekî ji xwe li vê jorê bihêlim da ku jinên li pey min bihên min binasin. Tenê peyvek dihate bîra min da ez binivîsim û pênaseya ji serpêhatiya min bike. Ew jî “Firîna ber bi azadiyê” ve bû. Ew azadiya ku hemû jin pêkul dikin ji bo gihiştina wê bifirin.

Paşî pirtûkên min hatine bîra min. hevaldostên rêkên min, di dema bi tenê bûna min da tenê pirtûk bûn.

Di demên şevê da ew dengê di nava min da şevbêriya min dikir û digot:

“Ma tu hatiye vê welatê biyanî çi?”

Bersiva min jî bi vî awayî bû:

“Belku hatime da bizanim ka dişêm melevaniyê di deryayên bêbinî da bikim yan dê niqûm bim di nav vê ava biyanî da.”

Belku pêdiviya min hebû hêza di nava xwe da bizanim ka heta çi redeye ye.

Roja paştir pêdaviya min hebû nefesekê helkêşim. Ew henase jî tenê l pirtûkxaneyê peyda dibû.

Tiplên destê min li ser dîwarên pirtûkxaneya herî mezin a li bajarê Stutgardê digeriya. Ev der Pitûkxaneya Nîştîmanî bû. Avahiyeke pir mezin û bedew bû. 25 milyon pirtûk di nav vê avahiya mîna mûzexane da bû. Bêhna şûnwarên dîrokî ji dîwarên wê dihat. Mirov dikariya bêhna wê di nefesa xwe da hilgire. Wê gavê min çavên xwe girtin û bûma parçeyek j rabirdûya wê avahiyê.

Niha min dixwest hemû hûrdekariyên di nav pirtûk û avahiyê da meyze bikem, ji ber ku her tişke wan giring bû. Mîna wan berên biçûk ên li ber lêvên deryayan mirov kom dike û datîne ser hev. Jiyan jî tişteke wiha bû.

Bi tenê di vê lêkdanê da min divêya hemû parçeyên xwe kom bikem, hemû jinên di nava xwe da binasim. Dibe ku min hindek parçeyên xwe li pişt xwe hêliştibin. Dibe ku ez hatibûme nav van refên pirtîkan da li wan parçeyên berze digerim.

Di her pirtûkekê da çîrokek hebû, çîroka her pirtûkekê hebû. Navên qehremanên wan ji hev cuda bûn lê çêrokên me mirovan hemûnan jî weke hev bûn.